AMÎDA KURDÎ - Di doza li dijî Umit Ozdağ de, ku piştî giliyê malbata Şêx Seîd bi tohmeta heqaretkirina Şêx Seîd doz lê hatibû vekirin, biryar hat dayîn. Di doza ku li navçeya Xinis a Erzeromê hat lidarxistin de, Dadgeha Cezayê ya Yekem a Xinisê ji ber sûcê "heqaretkirina bîranîna takekesî" 6 hezar 500 lîre cezayê pereyan li Ozdagî birî. Dadgehê biryar da ku eşkerekirina biryarê paş bixe.

Doz ji ber daxuyaniyên ku Ozdag di parvekirinên xwe yên medyaya civakî de li ser Şêx Seîd kiriye hate vekirin. Dozgeriyê daxwaza cezakirinê kiribû ji ber ku ev parvekirin li gorî madeya 130an a Qanûna Cezayê ya Tirkiyeyê sûc e.
Li gorî cezayê taloqkirî, heke Ozdag di nav dema diyarkirî ya ceribandinê de bi zanebûn sûcekî neke, hikm dê encameke qanûnî dernexe.
Şîrove