Di 14emîn salvegera wefata Arjen Arî de rêzebernameyek tê lidarxistin

Dîroka Weşanê: Google News
Di 14emîn salvegera wefata Arjen Arî de rêzebernameyek tê lidarxistin

Yek ji nûnerên girîng ên helbesta Kurdî a nûjen Arjen Arî, di 14emîn salvegera wefata xwe de li Amedê bi rêzebernameyekê tê bibîranîn. Her wiha 13emîn Xelatên Pêşbaziya Helbestê ya Arjen Arî jî, roja Înê 30ê Cotmehê bi merasîmekê dê were dayîn.

Amîda Kurdî - Bername bi hevkariya Şaredariya Peyasê, Weşanên Sor û Malbata Arjen Arî pêk tê û ji bîranîna ser gorê, merasîma xelatdayînê û panelekê pêk tê.

Xelatgir û Jûrî

Encamên pêşbaziyê di 15ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî de hatibûn ragihandin. Jûriya ku ji Berken Bereh, Necla Arî, Gulîzer, Emerîkê Sidîqayê û Nuroj Munzur pêk tê, dosyeyên 13 helbestvanên ciwan nirxand û du dosye hêjayî xelata yekemtiyê dîtin.

Xelata Yekemtiyê: Dosyeya Hoşeng Nizarî ya bi navê “Bîra Beyabanê” û dosyeya Simeya H. Lalîn ya bi navê “Hestiyên Tivinga Min” bûn yekem. Her du berhem jî ji aliyê Weşanên Sor ve wekî pirtûk hatin çapkirin.

Xelata Rûmetê: Xelata Rûmetê ya îsal ji ber xebatên wî yên li ser ziman û edebiyata Kurdî, dê bidin zimanzan û kurdolog Michael L. Chyet.

Bernameya Bîranîn û Xelatdayînê

12:30 – Bîranîna Goristanê: Bername dê li Goristana Yenîkoyê ya Amedê li ser gora Arjen Arî dest pê bike.

18:00 – Merasîma Xelatdayînê û Îmze: Xelatên Hoşeng Nizarî û Simeya H. Lalîn dê li Eywana Xwendinê ya Arjen Arî ya Şaredariya Peyasê werin dayîn. Piştî merasîmê Simeya H. Lalîn dê pirtûkên xwe îmze bike.

19:00 – Panel: Dê panelek li ser "Helbest û Hevpeyvînên Arjen Arî" bi axêveriya Osman Ozçelîk û Rêzan Diljen bê lidarxistin. Moderasyona panelê dê ji aliyê Mîna Acerê ve were kirin.

Arjen Arî Kî Ye?

Di sala 1956an de li gundê Çalê ya Nisêbînê ji dayik bûye, xwendina xwe li Nisêbînê û Enstîtuya Perwerdehiyê ya Diyarbekirê (beşa Zimanê Tirkî, 1979) kuta kiriye. Helbesta wî ya yekem heman salê di kovara Tîrêjê de derketiye û pişt re berhemên wî di kovarên cihêreng ên li Tirkiye, Swêd û Herêma Kurdistanê de hatine weşandin. Di 2004an de cihê xwe di nav damezrînerên Yekîtiya Nivîskarên Kurd de girtiye û di 30ê Cotmeha 2012an de li Amedê di dema tedawiya pençeşêrê de jiyana xwe ji dest daye.

Ev Çiya Rûspî ne, Ramûsanên Min Veşartin li Geliyekî, Destana Kawa û Erotîka çendek ji berhemên wî ne. Helbestên wî yên tevahî bi navê Şêrgele ji aliyê Weşanên Sor ve hatine weşandin. Her sal bi navê wî ev pêşbazî ji bo piştgiriya helbestvanên ciwan û vejandina mîrata wî tê lidarxistin.

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove