Derçûyên kursên zimanî ‘çîrokên xwe ji hevdu re dibêjin’

Dîroka Weşanê: Google News
Derçûyên kursên zimanî ‘çîrokên xwe ji hevdu re dibêjin’

Derçûyên Kursên Zimanî (Kurmancî, Zazakî, Soranî, Suryankî û Ermenkî) ên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li Dêra Surp Giragosê belgeyên xwe girtin.

AMÎDA KURDÎ - 100 kursiyerên ku kursên ziman ên Kurmancî, Zazakî, Soranî, Suryanî û Ermenî yên ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve bi têgihîştina şaredarîtiya pirzimanî û pirçandî dihatin meşandin bi serkeftî qedandin, belgeyên xwe girtin. Ji bo kursiyerên ku kursên di warên Kurmancî, Zazakî, Soranî, Suryanî û Ermenî de yên li ser filyata Midûriyeta Şaxê Parastin û Pêşxistina Ziman a ser bi Serokatiya Daîreya Çand û Huner û Karên Civakî bi dawî kirin, bernameyek hat lidarxistin. Dersa dawî ya kursa Ermenî ya Midûriyeta Şaxê Parastin û Pêşxistina Ziman, ji aliyê mamoste Asli Taşçioglu ve li Dêra Ermeniyan a Surp Giragosê hat çêkirin. Piştî dersa ku li Mala Bîranînê ya ku ji bo Migirdîç Margosyan hatibû veqetandin hat kirin, derbasî merasîma radestkirina belgeyan bûn.

Midûrê Şaxê Parastin û Pêşxistina Ziman Tahir Baykuşak di merasîmê de axivî û diyar kir ku armanca wan ew e ku bi têgihîştina şaredarîtiya pirzimanî û pirçandî xizmetê hilberînin û destnîşan kir ku kursên ziman jî yek ji hêmanên bingehîn ên vê nêzîkatiyê ne.

Baykuşak ji Amîda Kurdiyê re behsa 3 ziman û 3 zareveyan kir û her wiha girîngiya zimanên vî welatî wiha pênase kir, ‘’ew çîrokên xwe ji hevdu re dibêjin.’’

Di merasîmê de ku gelek kes tevlê bûn, piştî axaftin û guhdarîkirina muzîkê, belgeyên tevlêbûnê pêşkêşî kursiyeran hatin kirin.

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove