Amîda Kurdî – Hewldanên li dijî şewatên daristanan li gelek bajarên Tirkiyeyê didomin. Piştî destpêkirina şewatên li Antalyayê, hisabeke li ser Xê ku navê wê ‘Yörükeli Hareketi Antalya’ ye peyamek belav kir ku Kurdan hedef digire.

Di wê peyama provokatîf de wiha dihat îdiakirin: "Kurd berpirsiyarê wan şewatan in ku ev du roj in bûne belaya serê bajarê me. Rêxistina terorîst, PKK, cihên me yên jiyanê dişewitîne. Bi tesadufî, şewat di heman demê de li cihên cuda yên navçeyên me Serik û Aksuyê derdikevin. Serik û Aksu navçeyên neteweperest in."
Piştî wê peyama provokatîf, Serdozgeriya Komarê ya Antalyayê xwest ku rê li ber gihîştina wê naverokê were girtin da ku pêşî li belavbûna naverokên bi vî rengî yên provokatîf were girtin. Şaxa Sûcên Sîber a Midûriyeta Ewlekariya Parêzgeha Antalyayê hat erkdarkirin ku hesabê medyaya civakî û peyamên navborî lêkolîn bike.
Şîrove