AMÎDA KURDÎ - Komîsyona lêpirsînê, ku ji nûnerên Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê, Komeleya Hiqûqnasên Azad (OHD), Komeleya Jinan a Rosa, Komeleya Piştgiriya Jinan (DAKAH-DER) û Tevgera Jinên Azad (TJA) pêk tê, rapora xwe ya derbarê mirina Dîlan Karamanê de bi dawî anî.

Li gorî hevpeyvînên bi 15 kesan re, rapor dibêje ku mirina Karamanê nikare wekî "xwekuştineke" were hesibandin; berevajî vê, ew "çerxeke sîstematîk a tundûtûjiyê" nîşan dide ku şert û mercên xebatê, tundûtûjiya hevalîniyê, zexta dîjîtal û xemsariya saziyan dihewîne.
Aydenîz: Ez berpirs im
Aydenîz: Komîsyona ku ji bo Dîlanê hatiye damezrandin, karê xwe timam kiriye û rapora xwe bi raya giştî re parve kiriye. Pêşî, ez dixwazim bibêjim ku min bi zanebûn ji bo ku li ser karê komîsyonê bandorekî çênekim yek peyvek jî ji raya giştî re negotibû. Niha, wekî hevkarê Dîlanê, erkê min e ku ez di derbarê vê mijarê de tiştekî ji raya giştî re bêjim.

Ez jî berpirsiyar im ji ber ku min pirsgirêk nedizanî
Her çend min got em bi nêzîkatiyek tîmê bixebitin jî, divê ez bibêjim ku min tenê bi perspektîfeke xebatî nêzî tîmê bûm. Berî her tiştî, ez jî berpirsiyarê vê encamê me ji ber ku min nizanibû şêwirmenda min, hevkara min a jin, 2.5 salan bi çi pirsgirêkan re rû bi rû mabû.
Şîrove