Derbarê Amedsporê de peyameke tund: Ozdag dîsa di rojevê de ye

Dîroka Weşanê: Google News
Derbarê Amedsporê de peyameke tund: Ozdag dîsa di rojevê de ye

Serokê Partiya Zaferê, Umit Ozdag derbarê derketina Amedsporê bo Super Ligê de daxuyaniyên tund dan. Ozdag îdia kir ku ev derketin ne encama serkeftineke werzişî ye, planeke siyasî ye ku armanca wê zêdekirina aloziya civakî ye.

Amîda Kurdî – Serokê Partiya Zaferê Umit Ozdag, dema ku li ser kanaleke YouTubeê behsa bûyerên rojevê dikir, derbarê derbasbûna Amedsporê bo Super Ligê de nirxandin kir.

Ozdağ derbarê derbasbûna Amedsporê bo Super Ligê got: "Amedspor bi xwe derneket Super Ligê, ew hat derxistin. Ji berk u futbol hate siyasîkirin ew jî hate derxistin."

Ozdag got: "Armanca li pişt derxistina Amedsporê bo Super Ligê, zêdekirina aloziya civakî ye."

Ozdag bi tohmetên giran li ser Amedsporê anî ziman û îdia kir ku klûb ji aliyê PKKê ve tê piştgirîkirin û rêxistin Amedsporê wekî "amûrek ji bo dabeşbûn, dûrketina hestyarî û provokasyonê" bi kar tîne.

Ozdag bal kişand ser wê yekê ku bi derketina Amedsporê bo Super Ligê re, komên alîgiran dê ji bo lîstikên derveyî sehayê biçin bajarên cuda yên Tirkiyeyê û anî ziman ku ev yek dikare bibe sedema dîmenên aloziyê yên bêhempa.

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove