Dengbêjî di envantera neteweyî de hat tomarkirin

Dîroka Weşanê: Google News
Dengbêjî di envantera neteweyî de hat tomarkirin

Wezareta Çand û Geştiyariyê bersiva pirseke parlamentoyê ya Partiya DEMê ya derbarê zimanê Kurdî de, da û ragihand ku di navbera salên 2010 û 2026an de berhemên bi zimanê Kurdî di 18 kategoriyan de hatine weşandin û hejmara tomarên dengbêjiyê di envantera neteweyî de gihîştiye pêncan.

Amîda Kurdî - Wezareta Çand û Geştiyariyê bersiva pirsa Parlamentera Partiya DEMê ya Colemêrgê, Oznur Bartin da ku di nav de weşandina berhemên klasîk ên Kurdî, projeyên arşîvkirina dîjîtal û tomarkirina fermî ya dengbêjiyê.

Dengbêjî li 5 parêzgehan hat tomarkirin

Di bersiva Wezaretê de hat diyarkirin ku ji sala 2008an ve 392 berhem di Envantera Neteweyî ya Mîrateya Çandî de hatine tomarkirin. Her wiha hat gotin ku dengbêjî cara ewil di sala 2014an de ji bo parêzgehên Amed, Mûş û Rihayê li envanterê hatiye zêdekirin; bi tevlîbûna Mêrdîn û Colemêrgê di sala 2026an de, hejmara giştî ya tomarên ji bo vê kevneşopiyê gihîştiye pêncan.

Her wiha hat destnîşankirin ku ji bo parastina dengbêjiyê û veguhastina wê bo nifşên pêşerojê, di sala 2026an de xebatên lêkolîn û belgekirinê hatine destpêkirin. Di vê çarçoveyê de li parêzgehên Amed, Qers, Erzirom, Îdir, Êlih (Batman) û Şirnexê lêkolînên qadê hatine kirin.

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove