Dengbêj Hayriye Uyku û hevserê wê Aga Uyku hatin kuştin

Dîroka Weşanê: Google News
Dengbêj Hayriye Uyku û hevserê wê Aga Uyku hatin kuştin

Dengbêj Hayriye Unlu û hevserê wê Aga Uyku li Depê, piştî ku di mala wan de şewat derket, jiyana xwe ji dest dan. Di destpêkê de hatibû fikirîn ku ew ji ber şewatê mirine lê encama otopsiyê eşkere kir ku herdu hatine kuştin.

Amîda Kurdî - Li navçeya Depê ya Elazîzê, dengbêj Hayriye Uyku û hevserê wê Aga Uyku ku di şewata ku mala wan derketibû de jiyana xwe ji dest dabûn, piştî otopsiyê hat zanîn ku hatine kuştin.

Li mezraya Urunluyê ya gundê Koçyigitler a girêdayî Depê, di maleke duqatî de şewat derket. Piştî agahiyê, ekîbên agirkujiyê û cendirmeyê hatin cihê bûyerê. Piştî ku agir hat vemirandin, hate diyarkirin ku Hayriye Uyku û hevsera wê Aga Uyku jiyana xwe ji dest dane. Di encama otopsiyê de hat diyarkirin ku sedema mirina wan ne şewat, lê kuştin e.

Hat ragihandin Dengbêj Hayriye Uyku dayika Gulnur Uyku Kalpakçıoglu (edîtora Çand û Hunerê ya NTVyê) bû.

Li ser bûyerê lêkolîn û lêpirsîn berdewam e.

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove