AMÎDA KURDÎ - Rêveberê Rawestê Roj Girasunî ji T24ê re axivî. Dema ku ji Girasunî hat pirsîn çima Selahattin Demirtaş nehatiye berdan, wî îşaretî Serokomar Erdogan kir.

'Erdogan ji pêvajoyê ne qayil e'
Girasunî diyar kir, "Ger Demirtaş azad nebe, ew biryara siyasî ya Erdogan e. Ji ber ku qanûn nayê sepandin û ev biryare di destê Erdoganî de ye. Erdogan li dijî berdana Demirtaşî ne ji ber ku, trawmaya 7ê Hezîranê heye. Ya duyemîn, ew hîn ne piştrast e ku pêvajo dê çawa bidome. Demirtaş ji aliyê hikûmetê ve aktoreke naskirî nîne. Û bê guman, Erdogan naxwaze ji bo Demirtaş pêngaveke taybet biavêje."

'Ew ê bibe namzetê Kurdan'
Girasun diyar kir ku Selahattin Demirtaş dê ji bo 2027-2028an namzetê serokkomariyê yê Kurdan be û fikrên xwe yên li ser Partiya DEM û Qendîlê wiha rave kir: "Ez difikirim ku gotineke organîk a ku ji hêla civakê ve tê xwestin, nikare were red kirin." Girasun diyar kir ku Ocalan jî dê li dijî namzetiya Demirtaş dernekeve û got, "Demirtaş aktorek e ku dê destê Ocalan jî xurt bike."
Şîrove