Amîda Kurdî - Selahattin Demirtaş, Hevserokê berê yê HDPê yê bi destûreke taybet li Girtîgeha Edirneyê bi Arif Guran re hevdîtinek pêk anî. Demirtaşî wiha got: "Li gorî delîlên di dosyeyê de, kesê ku sûcdariya wî bi delîlên şênber hatiye îsbatkirin, tenê Nevzat Bahtiyar e. Herwiha, li gorî delîlên di dosyeyê de, cezakirina dayika Narinê, Yuksel Guran û apê wê, Salim Guran, bi cezayê girtîgehê binpêkirineke edaletê ye.

‘Ev ne edaleta rastîn e’
Diviyabû ev ceza bêguman di pêvajoyên lêkolînê yên Dadgeha Îstînafê û Dadgeha Bilind de bihata betalkirin. Hiqûqê ev yek dixwest; ji ber ku heta delîl an îtîrafên nû derneketana holê, li ser bingeha dosyeya heyî sûcdariya dayik û ap nehatibû îsbatkirin. Sepandina cezayê girtîgehê yê heta-hetayê li ser kesên ku sûcdariya wan nehatiye îsbatkirin ne edaleta rastîn e û wijdanê giştî jî razî nake. Ez bang li Wezareta Dadê dikim kul i ser dosyeyê bi hûrgilî lêkolîn bê kirin û ji bo betalkirina biryarê, bi hinceta 'berjewendiya hiqûqê' serî li Dadgeha Bilind were dayîn. Bîranîna Narinê, malbata wê û raya giştî hêjayî vê yekê ne. Rêz û hezkirin…’’
Şîrove