Amîda Kurdî - Desteya Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk a Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (Partiya DEMê), ji bo hemû şaredariyên di bin rêveberiya xwe de giştînameyeke nû şand. Ev giştîname, pêkanîna biryarên ku di Konferansa Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk a di 8-9ê Hezîrana 2024an de hat lidarxistin de hatine girtin, dihewîne.

Serlêdanên fermî ji bo Wezaretê
Di çarçoveya stratejiyên alternatîf de, armanca vê însiyatîfê ew e ku navên di tabloyên fermî yên kadroyan de cih digirin, nûjen bike. Di giştînameyê de ji şaredariyan tê xwestin ku ji bo avakirina "serokatiya beşan" li şaredariyên mezin û "midûriyetan" li şaredariyên parêzgeh, navçe û bajarokan, serlêdanên fermî pêşkêşî Wezaretê bikin.

Hewldanên zimanê zikmakî dê berdewam bikin
Li gorî nûçeyeke Ajansa Mezopotamyayê, di giştînameyê de tê destnîşankirin ku tevî ku pêvajoyên yasayî yên têkildarî guhertinên qanûnî yên hatine xwestin berdewam in jî, girîng e ku şaredarî xizmet û çalakiyên xwe yên pratîkî yên têkildarî zimanê zikmakî bê navber bidomînin.
Şîrove