DEM Partiyê ji bo stranên Kurdî yên ku hatine dizîn daxwaza lêkolînê kir

Dîroka Weşanê: Google News
DEM Partiyê ji bo stranên Kurdî yên ku hatine dizîn daxwaza lêkolînê kir

Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Zulkuf Uçar, li Parlamentoya Tirkiyeyê ji bo eşkerekirina bandorên siyaseta asîmîlasyonê ya li ser mûzîka Kurdî pêşniyaza lêkolînê da.

Amîda Kurdî - Parlamenterê DEM Partiyê Zulkuf Uçar ji bo rakirina astengiyên li pêşiya çand û mûzîka Kurdî û vekirina lêkolîneke parlamentoyê serî li Serokatiya Parlamentoya Tirkiyeyê da.

Ji 28 hezar stranan 4 hezar û 971 stran hatine Tirkîkirin

Uçar di sedema pêşniyazpirsê de cih da lêkolînên mûzîkolog Veysî Varli.

Li gorî amaran, Veysî Varli li ser 28 hezar stranan lêkolîn kiriye û derketiye holê ku ji wan 4 hezar û 971 stranên Kurdî hatine Tirkîkirin.

Hat destnîşankirin ku bi dehan salan di bin navê "gerên berhevkirinê" de heyet şandine bajarên Kurdan.

Di encama van xebatan de tenê di carekê de li Dîlokê 260 stran û li Amedê jî nêzîkî 600 stranî hatine berhevkirin.

Ev stran ji gotinên wan ên resen ên Kurdî û ji kokên wan ên dîrokî hatine qutkirin û di repertuwarên fermî de wekî stranên Tirkî hatine qeydkirin.

Di pêşniyazpirsê de hat xwestin ku lêkolîneke berfireh li ser van xalan were kirin:

- Arşîvên fermî yên Wezareta Çandê û TRTyê ji lêkolîneran re werin vekirin.

- Hemû stranên Kurdî yên hatine Tirkîkirin li gorî çavkanî û zimanê wan ê resen ji nû ve werin tomarkirin.

- Ji bo lêkolînên akademîk ên li ser dîroka mûzîka Kurdî çavkaniyên fermî bên veqetandin.

- Ji dibistanên seretayî heta zanîngeh û konservatuwaran ji bo perwerdeya mûzîkê ya bi zimanê zikmakî mufredateke hevpar a Kurdî were amadekirin.

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove