DEM Partî: Divê derheqê Soylu de jî lêpirsîn were kirin

Dîroka Weşanê: Google News
DEM Partî: Divê derheqê Soylu de jî lêpirsîn were kirin

Cîgira Seroka Koma DEM Partiyê Gulistan Kılıç Koçyigit diyar kir ku kesên li pişt lêpirsîna Gulistan Dokuyê ne tenê waliyê wê demê Tuncay Sonel e û wê xwest ku derbarê Wezîrê Karên Hundir ê wê demê Suleyman Soylu û dozgerên wê deme de jî lêpirsîn were kirin.

AMÎDA KURDÎ - Cîgira Seroka Koma Partiya DEMê Gulistan Kılıç Koçyigit li parlamentoyê civînek li ser pêşketinên heyî li dar xist. Koçyiğit behsa qonaxa nû ya lêpirsîna Gulistan Dokuyê kir û got ku divê derbarê dozgerên wê demê û Suleyman Soylu de lêpirsîn were kirin.

'Ev mijar ne tenê bi walî ve sînordar e'

Koçyigitê behsa pêşketinên nû yên doza Gulistan Dokuyê kir û got, "Me di dosyayê de dît ku ew 6 sal in çi vedişêrin. Me wê demê jî got ku li pişt vê dozê parastina dewletê heye. Pêşniyarên ku me pêşkêşî Meclîsê kirin hatin redkirin.

Me dît ku Tuncay Sonel ji bo parastina kurê xwe çi kiriye, çawa çeteyek ava kiriye û çawa desthilatdariya dewletê bi kar aniye. Ev mijar ne tenê bi walî ve sînordar e. Divê derbarê Wezîrê Karên Hundir ê wê demê Suleyman Soylu de jî were lêpirsîn were kirin. Divê lêpirsînek li dijî dozgerên wê serdemê jî were kirin."

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove