AMÎDA KURDÎ - Berdevka Partiya DEM Ayşegul Dogan derbarê rojeva Komîteya Rêveberiya Navendî û pêşketinên heyî de civîneke çapemeniyê li dar xist. Dogan li ser pêvajoyê axivî û nebûna amadekariyên ji bo baştirkirina şert û mercên Abdullah Ocalan rexne kir. Dogan diyar kir ku ji bo vê yekê tu astengiyên qanûnî tune ne û got, "Gelek pirs di derbarê serdanên Girava Îmraliyê de hîn jî bêbersiv mane. Divê ev nezelalî were çareserkirin. Divê şert û merc bi pêvajoyê biguncin û derfetên ragihandinê werin zêdekirin."

Ayşegul Dogan behsa amadekariyên kongreyê kir û got, "Wekî DEM partiyê, em ê di 20ê Îlonê de li Hola Sporê ya Arena ya Enqerê 5emîn Kongreya xwe ya Asayî ya Mezin li dar bixin."
Şîrove