Daxuyaniyek ji Nêçîrvan Barzanî li ser yasaya pêvajoyê

Dîroka Weşanê: Google News
Daxuyaniyek ji Nêçîrvan Barzanî li ser yasaya pêvajoyê

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi daxuyaniyekê yasaya pêvajoyê pêşwazî kir.

Amîda Kurdî - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di daxuyaniyekê de pesendkirina yasaya pêvajoyê pêşwazî kir û wiha got:

"Ez bi germî pesendkirina yasaya Bihêzkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekbûna Civakî ya li Parlamentoya Tirkiyeyê pêşwazî dikim. Ev gava wêrek ji bo pêkanîna aştiyeke mayînde û aramiya li Tirkiye û tevahiya herêmê werçerxeke girîng e. Em her tim di wê baweriyê de ne ku aştî û diyalog bijardeyên herî rast in û serdema çekan û çareseriya leşkerî bi ser çûye. Ev yasa ji bo avakirina baweriyê û bihevrejiyana aştiyane ya hemû pêkhateyên Tirkiyeyê derfeteke mezin e. Pêwîst e her kes piştgiriyê bide vê yasayê û ji bo serkeftina aştiyê bixebite."

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de anî zimên:

"Ez destxweşiyê li Serokkomarê Tirkiyeyê Birêz Recep Tayyîp Erdogan û hemû wan serkirde û aliyên ku beşdarî pêkanîna yasayê bûne dikim. Wekî her tim em piştgiriya temam a Herêma Kurdistanê ya ji bo serkeftina aştî û aramiyê ducare dikin."

Ji 562 parlamenterên amade, 468 parlamenteran dengê "erê" da yasayê.

Li hemberî vê yekê 88 parlamenteran dengê "na" da û 6 dengên bêalî jî hebûn.

Pêşniyaryasa ya ji 12 madeyan pêk dihat û di bin navê "Pêşniyaryasaya Bihêzkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekbûna Civakî" de hatibû pêşkêşkirin.

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove