AMÎDA KURDÎ – Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî bersiv da nûçeyên hin dezgehên medyayê yên ku îdia dikirin ku "Wezaretê piştî çend mehan mudaxeleyî doza kuştina Narîn Guran kiriye" ev îdia bi tevahî derew in.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku mirina Narîn Guranê, ku di 21ê Tebaxa 2024an de li navçeya Bağlar a Amedê winda bûbû û piştî 19 rojan hatibû dîtin, ji roja ewil ve ye bi baldarî hatiye şopandin.

'Em ji destpêkê ve ye beşdarî vê dozê ne'
Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî ragihand ku parêzerên wê ji destpêkê ve ye beşdarî dozê bûne û bi awayekî çalak di hemî qonaxan de vê beşdariya xwe didomin.

Mafên qanûnî dê werin bikar anîn
Wezaretê diyar kir ku hin dezgehên medyayê yên ku nûçeyên nerast weşandine şaşiyên xwe qebûl kirine û naverok jêbirine, lê li hember îdiayên ku dîsa dibin rojev ew ê mafên xwe yên qanûnî bi tevahî bikar bînin.
Şîrove