AMÎDA KURDÎ - Endamên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM), Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Faîk Ozgûr Erol duh di derbarê hevdîtina xwe ya bi Abdullah Ocalan re daxuyaniyek nivîskî belav kirin.

Daxuyaniya nivîskî wiha ye:
"Di 17ê Kanûna Paşîn a 2026an de, me li Îmraliyê bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinek pêk anî ku bi qasî du saet û nîvan domiya. Di hevdîtinê de, birêz Ocalan pabendbûna xwe ya bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re anî ziman û diyar kir ku perspektîfa 27ê Sibatê hîn jî derbasdar e. Di vê çarçoveyê de, careke din girîngiya avêtina gavên pêwîst ji bo pêşvebirina pêvajoyê tekez kir. Rojeva sereke ya hevdîtinê pêşketinên li Sûriyeyê bû. Birêz Ocalan fikrên xwe yên kûr li ser pevçûn û zêdebûna rageşiyê anî ziman û vê rewşê wekî hewldanek ji bo têkbirina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk nirxand.Wî tekez kir ku hemû pirsgirêkên li Sûriyeyê tenê bi diyalog, danûstandin û aqileke hevpar divê werin çareserkirin. Wî diyar kir ew amade ye ku berpirsiyariya xwe bicîh bîne da ku ev pirsgirêk bi diyalogê were çareserkirin, ne bi şer. Wî banga xwe ji hemû aktor û aliyan re dubare kir ku rolên xwe yên erênî bilîzin û di vî warî de bi berpirsiyarî û bi baldarî tevbigerin.’’
Şîrove