Daxuyaniya Macron ya li ser 'Mafên Kurdan': Ew bi Şer û Ebdî re axivî

Dîroka Weşanê: Google News
Daxuyaniya Macron ya li ser 'Mafên Kurdan': Ew bi Şer û Ebdî re axivî

Serokê Fransayê Emmanuel Macron bo Ehmed Şer û Mezlûm Ebdî telefon kir û bi wan re axivî.

AMÎDA KURDÎ - Qesra Elyseeyê daxuyaniyek da ku Serokê Fransayê Emmanuel Macron bi Serokê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê Ehmed Şer û Fermandarê Giştî yê Hêzên Demokratîk ên Sûriyê (HSD) Mezlûm Ebdî re bi telefonê axiviye.

'Divê tevahiya peymanê pêk bê’

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Macron tekezî li ser pêwîstiya bicîanîna tevahiya peymanê kiriye da ku li gel agirbestek mayînde mafên Kurdan misoger bike.

Daxuyaniya ji Qesra Elyseeyê wiha ye:

"Roja Şemiyê, 31ê Kanûna Paşîn ya 2026an, Serokkomar bi Serokê Sûriyê Ehmed Şer û General Mezlûm Ebdî re li ser pêşketinên heyî yên li herêmê axiviye.

Serokkomar tekezî li ser pêwîstiya bicîanîna tevahî ya vê rêkeftinê kir û pabendbûna xwe ji bo piştgiriya cîbicîkirina vê peymanê destnîşan kir.''

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove