Amîda Kurdî - Konferansa ku di 6-7ê Mijdarê de li Amedê ji aliyê PENa Navneteweyî, Navenda PENa Kurd û şaredariyên Amedê (Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ya Sûrê, ya Yenîşehirê, Rezan û Peyasê) ve hat organîzekirin, bal kişand ser girîngiya gavên yasayî ji bo avakirina aştiyeke rewa û mayinde.

‘Mafên çandî û zimanî bên naskirin’
Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: "Bangawaziya ji bo aştiyê û avêtina gavan di vî warî de, destpêşxeriyeke gelek erênî û pêwîst e. Lêbelê, ji bo ku aştî li ser bingeheke xurt û mayinde were avakirin, divê mafên çandî û zimanî bên naskirin û hawîrdoreke ku azadiyê pêş dixe, were afirandin. Aştî divê ne tenê bi danîna çekan were pênasekirin; divê ew her wiha wekheviya civakî û naskirina mafên siyasî, civakî, aborî, çandî û mirovî yên her kesî jî di nav xwe de bihewîne. Jiyana bi hev re di bin heman dewlet û heman destûra bingehîn de, divê li ser bingeha mafên wekhev, derfetên wekhev û diyaloga azad be."

Daxwazên ku di daxuyaniya dawî ya konferansê de hatine diyarkirin, ev in:
*Naskirina nasname, ziman û çanda gelê Kurd û dabînkirina derfetên pêwîst ji bo pêşxistina wan.
*Damezirandin û pejirandina çarçoveyên yasayî yên ku mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî û bikaranîna fermî ya zimanê Kurdî garantî dikin.
*Jiyana di civakeke wekhev de, ku tê de kes neçar namîne ku dev ji mafên xwe yên çandî an nasnameya xwe berde û kes bi zorê nayê asîmîlekirin bo nava nasnameyeke din.
*Azadiya derbirînê û rêzgirtina li hember "Kursiya Azad" wekî bîranîneke bi bandor a êrîşên berdewam ên li ser azadiya ramanê û azadiya mirovan xizmet dike.
*PENa Navneteweyî û Navenda PENa Kurd bi lezgînî daxwaz dikin ku hemû nivîskar, rojnamevan û girtiyên siyasî, demildest û bê şert û merc bên berdan.
Şîrove