AMÎDA KURDÎ - Feti Yildiz, Cîgirê Serokê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP), derbarê nîqaşên giştî yên li ser rapora komîsyona pêvajoyê de daxuyaniyek da. Yildizî di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kir ku îdiayên li ser erkên Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê rastiyê nîşan nadin.

‘Felsefeya damezrandinê naguhere'
"Komîsyon xwedî wê erke nîn e ku felsefeya damezrandina Komara Tirkiyeyê, prensîbên wê yên bingehîn ên destûrî, fonksiyona wê ya demokratîk û bingeha wê ya unîter biguherîne.
Bingeha unîterî ya Tirkiyeyê, yekparçeyiya axê, statuya zimanê fermî yê Tirkî û prensîbên Komarek laîk nirxên bingehîn ên hevpar in û nayên nîqaşkirin.’’
Şîrove