AMÎDA KURDÎ - Endamên Heyeta Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (Partiya DEMê), Pervin Buldan, OzgUr Faik Erol û Mithat Sancar derbarê naveroka hevdîtina xwe ya bi Abdullah Ocalan re daxuyaniyeke nivîskî weşandin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di hevdîtinê de behsa pêşhatên siyasî, pêvajoya heyî, avakirina civakeke demokratîk û awayê teşegirtina çarçoveya yasayî hatiye kirin.
"Dem hatiye ku çarçoveyeke yasayî were avakirin"
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Dem hatiye ku çarçoveyeke yasayî ya ku hestiyariyên hevbeş li ber çavan digire, were avakirin. Werin em bi hev re jiyaneke bihevrejîyanê ava bikin’’
Her wiha hat tekezkirin: "Divê her kes hemû hewldanên xwe bike da ku pêvajoya yasayî dest pê bike, pevçûn û çek bi temamî ji holê werin rakirin û rûpeleke nû were vekirin."
Şîrove