AMÎDA KURDÎ - Vanspor ku di vê sezonê de serkeftina xwestî bi dest nexistiye, biryar daye ku di 1ê Hezîranê de kongreyekê li dar bixe. Tenê çend roj mane ji kongreyê re, hezkiriyên Vansporê li benda diyarkirina namzetî ne.

Daxuyaniya Klûba Vansporê
Di daxuyaniya ku çend roj beriya kongreyê hat weşandin de Klûba Vansporê îdia kir ku ji hêla hin hesabên medyaya civakî ve "kampanyayek reşkirinê" tê meşandin û diyar kir ku di derbarê van postan de pêvajoyên qanûnî hatine destpêkirin.

Lijneya rêveberiyê tekez kir ku Vanspor nikare wekî amûrekê ji bo berjewendiyên kesane were bikar anîn û got, "Vanspor komeke pir mezin e ku ji bo armancên kesane nayê qurbanîkirin."
Şîrove