AMÎDA KURDÎ - HDP di nav partiyên siyasî de di rêza yekem de cih girt û di salên 2015-2016an de peyva Amedê herî zêde bikar anîn. Daneyên ku ji aliyê "Turkish Legislative Records Dataset" ve li ser bingeha tomarên nivîskî yên Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê (TBMM) hatine berhevkirin, derbarê bikaranîna peyva Amedê li Parlamentoyê de encamên balkêş derxistin holê. Li gorî lêkolînê, Meral Danış Beştaş ew parlamenter bû ku di hemû dewreyên yasadanînê de bi giştî bi 351 axaftinan herî zêde peyva Amedê bi kar aniye.

Piştî Beştaşê, bi rêzê ve İdris Baluken (236 axaftin), Sezgin Tanrıkulu (178 axaftin), Hasip Kaplan (173 axaftin) û Saruhan Oluç (166 axaftin) hatin. Di lîsteya 10 kesên pêşîn de her wiha Sırrı Sakık (117), Altan Tan (99), Necdet İpekyüz (88), Gülistan Kılıç Koçyiğit (75) û Ahmet Yıldırım (68) jî cih girtin.
Şîrove