Amîda Kurdî - Qedexeya li ser pirtûkên jêrîn ên ku ji aliyê Weşanxaneya Avestayê ve hatibûn çapkirin, ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn ve hat betalkirin:
Pirtûka Andrew Collins “Meleklerin Küllerinden-Günahkâr Bir Irkın Yasaklanmış Mirası”, pirtûka Abdurrahman Qasimlo “Kürtler ve Kürdistan”, pirtûka Celîlê Celîl “1880 Kürt Ayaklanması”, pirtûka Chris Kutschera “Kürt Ulusal Hareketi” ve pirtûka Lazarev û Mihoyan “Kürdistan Tarihi”

‘Vediguhere amûreke sansurê’
Dadgehê biryar da ku biryarên qedexekirin û desteserkirina pirtûkan prensîbên azadiya derbirînê û azadiya çapemeniyê binpê kirine. Dadgehê di biryara xwe ya bi hincet de diyar kir ku ji bo qedexeyên çapkirin, dubare-çapkirin, belavkirin û firotina berhemên li Tirkiyeyê hatine sepandin, ti bingeheke yasayî tune ye. Her wiha destnîşan kir ku fermanên desteserkirinê ku di eslê xwe de wekî tedbîrên parastinê yên demkî hatibûn armanckirin bi vî awayî veguherîne amûreke sansura mayinde.

Divê tezmînat were dayîn
Di daxuyaniyeke Weşanxaneya Avestayê de wiha hat gotin: “Ji bo çareserkirina binpêkirinê û encamên wê, û ji bo dayîna tezmînata manewî ji weşanxaneya me re, biryara dubare-darizandinê hatiye dayîn, ev biryar ji bo parastina azadiya derbirîn û weşanê li hemberî fermanên keyfî yên desteserkirin û qedexekirinê, dibe mînak.”
Şîrove