AMÎDA KURDÎ - Lijneya Rêveberiya Navendî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (Partiya DEMê) îro saet di 15:00an de, bi serokatiya Hevserok Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogullarıyê ji bo civîneke awarte dicive.

Di civînê de dê gotûbêj û nirxandinên qanûna pêvajoyê bên kirin ku tê payîn di demeke nêzîk de pêşkêşî Parlamentoyê were kirin. Tê payîn ku rojeva civîna MYKê ku dê li navenda giştî ya Partiya DEMê pêk were, mijarên wekî hevdîtina "Heyeta Îmraliyê" ya bi Abdullah Ocalan re û peyamên wî, herwiha pêşnûmeya yasayê wê hebe.
Şîrove