AMÎDA KURDÎ - Hate diyarkirin ku hevdîtin li ser rewşa leşkerî û mirovî ya li Sûriyeyê, her wiha pêvajoya siyasî û hevsengiyên herêmî yên li Iraqê bû.
Li gorî RUDAWê, Nûnerê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrack li ser Xê agahdariyek li ser vê hevdîtinê parve kir.
Girîngiya agirbestê û korîdora Kobanîyê
Di hevdîtinê de parastina agirbesta heyî û aktîvkirina korîdorên alîkariya mirovî hatin nîqaşkirin.
Di daxuyaniya xwe ya derbarê naveroka têkiliyê de, Barrack got, "Me bi rêya têlefonê hevdîtinek kir ku me li ser rewşa Sûriyeyê, girîngiya parastina agirbestê û gihandina alîkariya mirovî ji bo kesên hewcedar, bi taybetî li Kobaniyê, nîqaş kir."
Şîrove