AMÎDA KURDÎ - Civîna yekem a Kabîneya Serokkomariyê dê îro li Beştepeyê pêk were. Xala sereke şerê Îranê ye û di heman demê de êrîşên Îranê yên li ser welatên Kendavê û hewldana wê ya girtina Tengava Hûrmizê dê werin nirxandin.

Qanûna pêvajoyê li ser maseyê ye
Piştî pêşkêşkirina rapora komîsyona parlementoyê, qanûna pêvajoyê û rewşa heyî ya di qonaxa bêçekkirina PKKê de dê were nirxandin.
Tê payîn ku vegera kesên ku çekên xwe danîne jî di civînê de werin nîqaşkirin.
Şîrove