Amîda Kurdî - Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak serdana Bazara Heywanan kir da ku cihê bazarê ji nêz ve bibîne û guh bide pirsgirêk û daxwazên heywanfiroşan.

Hevşaredar Bucak pirsgirêkên binesaziyê yê Bazara Heywanan nirxandin. Wê diyar kir ku berî hatina zivistanê dê tedbîrên demkî bên girtin û di heman demê de pêvajoya îhaleyê ya ji bo tesîsa mayinde dê di payîzê de berdewam bike.

Bucakê ragihand ku ji bo peydakirina çareseriyeke mayinde ji bo Bazara Heywanan, pêvajoya veqetandina erdê li Taxa Buyuransu ya navçeya Rezanê hatiye temamkirin û anî ziman ku piştî temamkirina plansaziyên pêwîst, dê îhale di vê payîzê de were vekirin.
Şîrove