Şandeyeke Partiya Gel a Komarî (CHP) li Parlamentoya Tirkiyeyê DEM Partî ziyaret kir. Mijara sereke ya hevdîtinê daxwaza "hilbijartina navber" bû.

Serokê Wekîl ê Koma CHPyê Gokhan Gunaydin piştî hevdîtinê axivî û got, "Ti kes bi reva ji sandoqan nikare bigihîje ti cihan.
Pêwîst e em pirsgirêkan bi vîna milet çareser bikin. Ti kes bi reva ji sandoqan nikare bigihîje ti ciham. Pêwîst e em pirsgirêkên komkirî yên Tirkiyeyê bi vîna milet çareser bikin."

Serokê Wekîl ê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî jî li ser hevdîtinê ev agahî dan:
Me li ser mijara hilbijartina navber hevdîtineke girîng kir.
Temellî di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser destûrê û got, “Em dê li ser vê mijarê bi komîteyên partiya xwe re biaxivin û wê binirxînin."
Şîrove