Amîda Kurdî - Cejna Cemayê li gor Êzidiyan temambûna afirandina gerdûnê, hatina payîzê û paqijbûna giyanî nîşan dide, bi tevlîbûneke qerebalix birêve diçe. Ji sibê ve ye welatiyên êzidî bi cil û bergên xwe yên spî meşiyan ber bi Qubeya Şêx Adî. Heciyên Êzidî piştî tawafkirina cihên pîroz, ji bo aştî, aramî û vegera xelkê xwe yê koçberkirî dest bi duayan kirin.

Ji lîderan peyamên edaletê
Bi boneya destpêkirina Cejna Cemayê ji serokatiya dewletê û lîderên siyasî peyamên pîrozbahiyê hatin weşandin.

Serokkomarê Iraqê Nezar Amîdî di peyama xwe de hêvî xwest ku ev cejn bibe wesîleya vegera bi rûmet a hemû êzidiyên koçberkirî. Amîdî destnîşan kir ku parastina maf û rûmeta civaka êzidî di bin berpirsyariya dewletê de ye.

Serokê PDKê Mesûd Barzanî jî peyameke pîrozbahiyê pêşkêşî Êzidiyan, kesayetên olî û tevahiya civakê kir. Barzanî diyar kir ku ew piştgiriya daxwazên rewa yên êzidiyan dikin û teqez kir ku divê jiyaneke azad û bi ewle ji bo hemû welatiyên êzidî bê mîsogerkirin.
Şîrove