Çar kes bi sedema kuştina Dengbêj Hayriye Uykuyê hatin desteserkirin

Dîroka Weşanê: Google News
Çar kes bi sedema kuştina Dengbêj Hayriye Uykuyê hatin desteserkirin

Li navçeya Depê ya Elazîzê, dengbêj Hayriye Uyku û hevserê wê Aga Uyku ku di şewata ku mala wan derketibû de jiyana xwe ji dest dabûn, piştî otopsiyê hat zanîn ku hatine kuştin. Di çarçoveya vê bûyerê de çar kes hatin desteserkirin.

Amîda Kurdî - Li mezraya Urunluyê ya gundê Koçyigitler a girêdayî Depê, di maleke duqatî de şewat derket. Piştî agahiyê, ekîbên agirkujiyê û cendirmeyê hatin cihê bûyerê. Piştî ku agir hat vemirandin, hate diyarkirin ku Hayriye Uyku û hevsera wê Aga Uyku jiyana xwe ji dest dane. Di encama otopsiyê de hat diyarkirin ku sedema mirina wan ne şewat, lê kuştin e.

Di çarçoveya lêkolîna ku ji aliyê tîmên cendirmeyan ve tê meşandin de, têkildarî bûyerê çar kes hatin desteserkirin. Hat ragihandin ku lêkolîn berdewam e.

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove