Çapemeniya Fransî: Amedspor bi golparêzekê re li ser peymaneke 3 salî li hev kir
Dîroka Weşanê:
Rojnameya sporê ya Fransî L’Équipe ragihand ku Amedspor bi golparêzê ji welatê Perava Fîlan, Alban Lafont re ku niha ji bo tîma Nantesê dilîze, li ser peymaneke sê salî li hev kiriye.
AMÎDA KURDÎ- L’Équipe ku di medyaya sporê ya Fransayê de weşanê dike, ragihand ku Amedsporê derbarê pozîsyona golparêziyê de gaveke girîng avêtiye.
Di nûçeyê de tê gotin ku golparêzê 27 salî yê ji Perava Fîlan, Alban Lafont, dê bi Amedsporê re peymaneke sê salî îmze bike. Tê îdiakirin ku klûb dê heqê veguhastinê yê nêzîkî 1 milyon Euroyî bide Nantesê.
Şîrove