AMÎDA KURDÎ - Di hefteya 27emîn a Lîga 1emîn a TFFÊ de, Amedsporê mazûvaniya Vansporê kir. Beriya maçê û piştî maçê, alîgirên Amedsporê alîgirên tîma Vansporê hembêz kirin.

Biratiyê Erol Temel aciz kir
Bertek li hemberî daxuyaniya Serokê Klûba Vansporê Erol Temel hat nîşandan. Temelî got, "Ji bilî me hevalên me tune ne. Piştî ku Amedsporê gol avêt, çend kesan îşaretên xerab li min kirin. Li Wanê, me ji hemû lîstikvanan re çepik lêxistibûn."

Nedim Şimşekî bersiv da daxuyaniyên Temelî
Nedim Şimşek, Serokê Berê yê Şaxa Futbolê ya Amedsporê, bersiva daxuyaniyên neyînî yên Temelî da. Şimşek di daxuyaniyekê de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî got, "Ez meraq dikim ka tîmek çawa dikare bi xweşiktir were pêşwazîkirin. Divê her kes bizanibe ku Amedspor Van e, Amedspor Batman e, Amedspor Mêrdîn e, Amedspor Colemêrg e, Amedspor Çewlik e, Amedspor Riha ye, Amedspor Sêrt e."

‘Kurd ji ‘tirşikçiyan’ hez nakin’
Berteka din a li hember Temel ji Metin Kılavuz hat, "Kurd ji tîrşikê hez dikin. Lê ew qet ji ‘tirşikçiyan’ hez nakin. Amed Van e, Van Amed e."
Şîrove