Amîda Kurdî - Îro bihayên zêr bi meyleke bilindbûnê dest bi rojê kirin. Kêmbûna rêjeya faîza Amerîkayê û lawazbûna dolar, careke din piştgiriyê didin bilindbûna bihayê zêr. Ji kêliyên siharê ve asta 4.500 dolaran bûye.

Her ku bihayê zêr bilind dibe bazar êdî ne tenê li ser arasteya guhertina bihayê lê her wiha li ser wê yekê jî hûr dibe ka gelo ev astên bilind dikarin werin parastin an na.
Herçend bilindbûna bihayên zêr kêfxweşî daye veberhêneran, lê welatiyên ku dixwazin ji bo dawet an jî mebestên veberhênanê zêr bikirin, rastî rewşeke dijwar tên.
Li gorî daneyên heyî, bihayên zêr bi vî awayî ne:
Gram zêr: 6.936 TL
Çarêk zêr: 11.293 TL
Nîv zêr: 22.580 TL
Zêrê tam: 44.410 TL
Zêrê Komarî: 44.994 TL
Zêrê Gremse: 111.365 TL
Ons zêr: 4.497 Dolar
Şîrove