Amîda Kurdî - Feti Yildiz di daxuyaniyeke ku li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kir de, tekezî li ser wê yekê kir ku divê ev pêvajo ne tenê wekî mijareke polîtîkaya ewlehiyê were dîtin û got: "Divê em, bêwestan û bêyî ku em sist bibin, kesên xwedî hestiyariyên cihêreng in tevlî pêvajoyê bikin. Divê em kesî li derve nehêlin. Divê em bi sebir rastiyan nîşanî kesên ku ne wekî me ne, bidin."

'Em careke din û dîsa jî ji gelê xwe re rave bikin'
Feti Yildiz got: "Em careke din û dîsa jî hûrgiliyên derbarê PKK/KCK û hemû saziyên girêdayî wan de, ka kî dikeve çarçoveya pêvajoyê, kîjan li derveyî wê ne, biryara Meclîsa Ewlehiya Neteweyî û roja destpêkirina karîgeriya yasayê ji gelê xwe re rave bikin."
Şîrove