AMÎDA KURDÎ - Derbarê pîrozbahiyên îsal ên li Amedê ku dê bi dirûşmeyên "Newroz a Azadî û Yekîtiya Demokratîk" û "Newroz a Azadî û Demokrasiyê" werin lidarxistin, hûrgiliyên dawî hatine dayîn. Bername dê sibê saet di 10:00an de li Qada Newrozê dest pê bike. Bername dê bi Koma Kemençeyê dest pê bike.
Bernameya Newrozê wiha ye:
Piştî silavdayîna Komîteya Amadekar, dê axaftin bên kirin.
Piştî konsera Dîlan û Erkan Top, dê Ayla Akat Ata, Ayetullah Aştî biaxivin.
Stranbêj Alend Hazim dê stranan bibêje.
Piştre, peyama Abdullah Ocalan dê were xwendin.
Çetin Arkaş û Tuncer Bakırhan dê biaxivin.
Agirê Jiyan dê stranan bibêje.
Leyla Zana dê biaxive.
Zinar Sozdar dê derkeve ser dikê.
Şîrove