Bereketa Remezanê li Amedê: Dê her roj 1500 kes fitarê bike

Dîroka Weşanê: Google News
Bereketa Remezanê li Amedê: Dê her roj 1500 kes fitarê bike

Rêveberiya Herêmî ya Weqfan a Amedê dê di tevahiya Remezanê de rojane li Amedê, Batman, Çewlik û Mêrdînê ji bo 3700 kesan fitarê bide.

AMÎDA KURDÎ - Daxuyaniyek ji Rêveberiya Herêmî ya Weqfan nîşan da ku Rêveberiya Giştî ya Weqfan a Wezareta Çand û Tûrîzmê dê di Remezanê de li seranserê Tirkiyeyê maseyên îftarê yên bê pere saz bike.

Bi tevahî 107,300 kes

Hat destnîşankirin ku di meha Remezanê de, li 4 wîlayetên girêdayî wê rojane 3,700 kes, bi tevahî 107,300 kes, xwarina fitarê werbigirin. Derbarê cihên fitarê de ev agahî hatin parvekirin:

‘’Li Amedê, Salona Dawetê ya Mir Yıldız û Parka Zirveyê

li Batmanê, Salona Daweta Alyansê û Zanîngeha Batmanê;

li Çewlikê, Meydana Bajêr

li Mêrdînê, Kompleksa Sultan Şeyhmus Ezzulî wekî cihên fitarê hatine destnîşankirin."

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove