AMÎDA KURDÎ – Li nexweşxaneyek taybet a Amedê bebika malbata Ozkaya bi xeletî dane malbateke din. Malbatê bi rêya destbenda bebikê dîtin ku xelet bebik e û vegeriyan nexweşxaneyê, li wir bebika xelet danîn û ya xwe hildan.

Wezaretê destûr neda
Malbata Ozkaya hem li dijî rêveberiya nexweşxaneyê û hem jî li dijî karmendên ku şaşî kirine xwast ku doz veke. Li gorî Rojnameya Nefes, Serdozgeriya Giştî ya Amedê ji Wezareta Tenduristiyê destûr xwest ku li dijî karmendên Songul Sert û Semanur İzgi ji ber xemsariya wan di bûyerê de dest bi pêvajoyên qanûnî bike. Lêbelê, Lijneya Berpirsiyariya Pîşeyî ya Wezaretê, li ser bingeha nirxandinên îdarî û raporên pisporan, gihîşt wê encamê ku ne hemşîre û ne jî rêveberiya nexweşxaneyê sûcdar in.

Ew ê îtîraz bikin. Di biryara desteyê de hat diyarkirin ku di bûyerê de niyetek xerab tune ye, "kar û barên zêde" wekî sedem hat nîşandan û şaşî di nav çend demjimêran de hat rastkirin. Malbata Ozkaya amadekariyên îtîrazê dikin.
Şîrove