Bavê rêvebira Amedsporê wek parlamenter hat hilbijartin

Dîroka Weşanê: Google News
Bavê rêvebira Amedsporê wek parlamenter hat hilbijartin

Kinyazê Hemîd, bavê Narîn Nadîrova ya Cîgira Serokê Amedsporê ji nû ve wek parlamentere Ermenistanê hat hilbijartin.

AMÎDA KURDÎ - Nadîrovayê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî hestên xwe wiha anî ziman, “Bi kêfxweşiyeke mezin pîrozbahî li bavê xwe Knyaze Hamid dikim, ku di hilbijartinên Ermenistanê de careke din bi baweriya gelê xwe wek parlamenter hat hilbijartin.

Kinyazê Hemîd kî ye?

Ew di sala 1945an de li Ermenistanê ji dayik bûye. Kinyazê Hemîd, ku wek Serokê Yekîtiya Kurdên Ermenistanê xebitiye, sê serdeman parlamenteriya meclîsa Ermenistanê kiriye. Siyasetmedarekî Kurd ê navdar e û niha wekî nûnerê Kurd li Parlamentoya Ermenistanê di serdema xwe ya çaremîn de ye.

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove