Amîda Kurdî - Narîn Gurana 8 salî 21ê Tebaxa 2024an li gundê Çuliyê ya navçeya Rezanê ya Amedê winda bûbû û cenazeyê wê piştî 19 rojan hatibû dîtin.

Parêzerê malbatê Onur Akdag li ser hesabê xwe yê tora civakî ragihand ku bavê Narînê, Arîf Guran dê ji Amedê heta Enqereyê bimeşe.
Onur Akdag di parvekirina xwe de cih da van agahiyan:
“Arîf Guran ji bo edaleta keça xwe Narînê ji Amedê ber bi Kulliyeya Enqereyê ve dimeşe. Ew dê 19ê Îlona 2026an roja şemiyê saet 11:00an li ser gora keça xwe daxuyaniyekê bide çapemeniyê û pişt re bi tena serê xwe dest bi meşa edaletê bike. Gavên bavekî ne tenê rêyan, wîjdanan jî dihejînin. Li hemberî qêrîna bavekî xemgîn ê ku ji bo heqê keça xwe ya kuştî û ji bo darizandineke bêalî û adil ketiye ser rêyan bêdeng nemînin. Ev meş têkoşîna edaletê ya me hemûyan e.”
Her wiha hat ragihandin ku parêzer Onur Akdag dê hûrgiliyên vê meşê bi rêya weşana rasterast a li ser tora civakî parve bike.
Şîrove