Barzanî: Kurdên Feylî ji ber Kurdbûna xwe hatin qetilkirin

Dîroka Weşanê: Google News
Barzanî: Kurdên Feylî ji ber Kurdbûna xwe hatin qetilkirin

Serokê PDKê Mesûd Barzanî di salvegera Komkujiya Kurdên Feylî de ragihand, "Kurdên Feylî ji ber Kurdbûna xwe rûbirûyî çewisandin û komkujiyê bûn."


Kaynak: Rudaw

AMÎDA KURDÎ - Serokê Prtiya Demokrat a Kurdistanê Mesûd Barzanî di 46emîn salvegera Komkujiya Kurdên Feylî de peyamek belav kir.

Barzanî ev roj wekî "rojeke biêş" a di "salnameya gelê Kurdistanê" de bi nav kir û di peyama xwe de bal kişand ser zilmê û anî ziman:

"Kurdên Feylî di bin desthilata şûm a rejîma berê ya Îraqê de êş û derbederiyeke zêde dîtine û ti mafên ji bo wan rewa nehatine dîtin.

Şehîdkirina bi hezaran ciwanan, standina nasnameyê û derkirina bi dehan hezar malbatên Kurdên Feylî beşek ji wan plan û wê siyaseta dijmirovî bû ku li dijî gelê Kurdistanê bi awayekî birêkxistî û bi berdewamî ji aliyê rejîma berê ya Îraqê ve dihate kirin."

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove