AMÎDA KURDÎ - Doh di encama êrişê de li parêzgeha Hewlêrê 6 Pêşmerge jiyana xwe ji dest dabûn û 30 Pêşmergeyên din jî birîndar bûn.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro çû şîna wan 6 Pêşmergeyên ku li Îdareya Serbixwe ya Soranê jiyana xwe ji dest dabûn
Nêçîrvan Barzanî sersaxî da malbatên pêşmergeyan û piştî şînê di konferanseke rojnamegeriyê de pirs bersivandin.

"Îranê qebûl kir ku şaşî kiriye"
Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir ku wan yekser pêwendî bi Îranê re daniye û got:
"Hema piştî ku ev bûyer qewimî, me pêwendî bi Komara Îslamiya Îranê re danî.
Wan qebûl kir ku şaşiyek hatiye kirin.
Wan soz da ku dê li ser vê mijarê lêkolînê bikin. Wan her wiha dilgiranî û peyama xwe ya sersaxiyê jî ji Herêma Kurdistanê re şand.
Em niha li benda bersiva Komara Îslamiya Îranê ne da ku em bizanibin dê bersiva wan a ji bo Herêma Kurdistanê çi be."

"Em nabin beşek ji vî şerî"
Serokê Herêma Kurdistanê anî zimên ku wan ji aliyê xwe ve ev êriş bi tundî şermezar kiriye û wiha axivî:
"Siyaseta Herêma Kurdistanê zelal e. Em li herêmê faktora aramî û seqamgiriyê ne.''
Şîrove