Baran hat: Gola Wanê tije çop bû

Dîroka Weşanê: Google News
Baran hat: Gola Wanê tije çop bû

Çemên li Wanê ji ber barana zêde tijî bûne û ew çem bi tonan çop ber bi Gola Wanê ve anîne.

AMÎDA KURDÎ - Barana zêde hewza Gola Wanê veguheriye karesateke jîngehê. Bi herikîna zêde ya çeman bi tonan bermayiyên plastîk û qirş û qal gehiştine nav golê û gol herimandiye.

Çem, nemaze yên ku di nav deverên gundan re derbas dibin, ji ber bê kontrolbûnê û nepaqijkirina birêkûpêk veguherî ‘kanalên çopê’. Ew jî digehin Gola Wanê û ji bo golê talûkeyeke mezin çêdikin.

Ekosîstem di bin gefê de ye

Pisporan tekez kirin ku qirêjiya jîngehê ne tenê qirêjiyek dîtbarî ye, û bal kişandin ser giraniya rewşê. Wan diyar kir ku bermayî kalîteya ava golê xirab dike, jiyana ajalên avî tehdît dike.

Şêniyên herêmê, diyar kirin ku ew her biharê bi heman rewşê re rû bi rû dimînin, li dijî helwesta xemsar a rêveberiyên herêmî û saziyên peywendîdar bertek nîşan dan. Şêniyên Wanê, gotin "Rayedar di warê paqijkirina çeman de têk diçin," wan xwestin ku xebateke paqijkirinê ya bi bandortir were kirin.

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove