Bang ji Mesûd Barzanî bo Bexda

Dîroka Weşanê: Google News
Bang ji Mesûd Barzanî bo Bexda

Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî bal kişand ser şerê Îranê û êrîşên li ser Herêma Kurdistanê û bang li hikûmeta Iraqê kir.

AMÎDA KURDÎ - Mesûd Barzanî daxwaz ji hikûmeta federal a Îraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan bicivin û bigihên rêkeftinê.

Mesûd Barzanî destnîşan kir ku Îraq di bin gefa krîzên cuda de ye û nakokiyên siyasî yên di navbera aliyan de zêde bûne.

Barzanî di peyama xwe de bangî her du hikûmetan kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêk û astengiyan bigihên rêkeftinê.

Peyama ku Mesûd Barzanî da wiha ye:

“Di vê demê de ku li herêma me şer û aloziyeke zêde heye, Îraq di bin gefa krîzên curbicur de ye û nakokiyên siyasî yên di navbera aliyan de jî zêde bûne.

Ez daxwazê ji hikûmeta Îraqê ya federal û hikûmeta Herêma Kurdistanê dikim ku ji bo çareserkirina pirsgirêk û astengiyan bi hev re bicivin û bigihên rêkeftinê.’’

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove