Amîda Kurdî – Hevserokê Partiya DEMê Tuncer Bakirhan derbarê Aleviyan de daxuyaniyên xwe bi awayekê zelaltir ragihand. Bakirhan ji bo T24ê bi Ceren Bayar re axivî.

Bakirhan bal kişand ser hevoka "kesên ku me ji kolanê anîne" ku şaş hatibû fêmkirin axivî diyar kir ku mebesta wî ne ew bû ku kesekî wekî derveyî siyasetê, di pozîsyoneke nizmtir de an jî ji tevgerê cuda nîşan bide.
Bakirhan dema ku wateya hevoka "anîna ji kolanê" şirove kir û got, "Berevajî vê yekê, em xwediyê kevneşopiyekê ne ku dengê wan kesan yên ku li kolanan xwedî gotin, ked û têkoşîn in digihînin navenda siyasetê."

Bakirhan her wiha behsa têkiliya dîrokî ya di navbera tevgera Kurdî û Aleviyan de kir û got: "Tevgera Kurdî bi qasî ku tevgereke Kurdî ye, tevgereke Alevî ye jî."
Şîrove