AMÎDA KURDÎ - Tuncer Bakirhan Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (Partiya DEM), di civîna heftane ya koma partiya xwe de axivî. Bakirhan got, "Pêdivî ye ku têkiliyên dîrokî yên Tirk û Kurdan bên nûjenkirin.

‘Çareserî di van axan de ye, li Anatoliyê ye.’
‘’Pêdivî ye ku têkiliyên dîrokî yên Tirk û Kurdan bên nûjenkirin. Ger em bikaribin vê bikin, em dikarin bibin amûrek demokrasî û aştiyê li Rojhilata Navîn. Vîzyona ewlehî, siyasî û demokratîk a herêmê dikare li Enqerê were damezrandin. Çareserî ne di hesabên Trump de ye û ne jî di helwesta Îngilîstanê de ye.
Çareserî di van axan de ye, li Anatoliyê ye. Di vê çarçoveyê de, qanûna pêvajoyê dikare bibe toveke bingehîn a demokrasiyê. Em dikarin bi qanûna pêvajoyê çerxên rawestiyayî yên demokrasiyê bizivirînin. Aştî demokratîkbûn, hemwelatîbûna wekhev, parvekirina nan e. Ger ev pêk were, îdeolojiyên cûda dê bikaribin di siyaseta demokratîk de beşdar bibin."
Şîrove