AMÎDA KURDÎ - Serokê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî di civîna partiya xwe ya li TBMMê de axivî. Bahçelî li ser mijarên Tirkiyeyê û cîhanê daxuyanî da û behsa pêşketinên li Sûriyeyê, entegrekirina HSDê di hikûmeta Şamê de û êrîşên li ser Helebê jî kir.
Bahçeli wiha got:
Nakokiyên li ser Helebê balkêş in. Ger Heleb li wir be, Şam li vir e. HSD-YPG şaşiyan dike. Trump xiyanet li wan kiriye. Hebûna rêxistinî ya PKKê hatiye hilweşandin; çarenûsa HSD û YPGê jî divê wekî hev be.
Ji bo me tiştê derbasdar banga 27ê Sibatê ya Îmraliyê ye. Terorîst Mazlum Abdî alîgirê Siyonîzmê ye û bêrêzîyê rêberê damezrîner a PKKê dike. Kesek, Partiya DEMê jî nikare bêje ku xwîna birayên me yên Kurd hatiye rijandin. Zimanê Partiya DEMê pirsgirêk e. Bi hinceta Helebê derketin kolanan û îstismarkirina meseleyê dê tiştekî bi dest nexin.
Şîrove