AMÎDA KURDÎ - Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî ji tv100ê li ser pêvajoyê daxuyanî dan.

Bahçelî diyar kir ku divê pêvajo were bilezkirin û bangî parlamentoya Tirkiyeyê kir û got:
“Li vir siyasetê tiştê ku diket ser milê wê kir. Niha êdî dor dora gavên berçav e ku dê li parlamentoyê werin avêtin. Çi mijara girtiyên nexweş û kal be, çi mijarên din bin divê dem neyê dirêjkirin û qanûnên pêwîst werin derxistin.”
Bahçelî hişyarî da ku eger pêvajo dirêj bibe, dibe ku aktorên navxwe û derve destwerdanê bikin û got:
“Eger dem dirêj bibe dê li dijî vê pêvajoyê pêkhateyên navxweyî û yên derve ranewestin. Ti wateya rawestînê nîne.
Bi siyaseta nasnameyê û cudakariyên mezhebî mirov nagihîje ti derê. Biserketiyê vê yekê nîne. Tişta esas ew e ku mirov xwe ji daxuyaniyên biêş û yên ku dê şikestinê zêde bikin bide alî.''
Şîrove