Serokê MHPê Devlet Bahçelî di civîna koma partiya xwe de axivî. Bahçelî peyamek biryardariyê derbarê pêvajoya nû de da û got, "Tirkiye dê bi biryardarî di rêya Tirkiyeya Bê Teror de bimeşe."

Gotinên sereke yên ji axaftina Devlet Bahçelî ev in:
Tirkiyeya Bê Teror rizgarbûna neteweya Tirk e ji karesateke dîrokî.
Ew ji nû ve avakirina biratiya me ye bi awayekî xurttir.
Tirkiyeya Bê Teror meseleyeke sibê ye.
Ne tenê meseleya ewlehiya navxweyî ye di heman demê de meseleya siyaseta derve jî ye.
Her wiha girîng e ku mijara statuya Abdullah Ocalan were nîqaşkirin. Eger di derbarê Abdullah Ocalan de valahiyek statûyê hebe, divê ev valahî bi awayekî were çareserkirin ku xizmeta serkeftina armanca Tirkiyeya Bê Terorê li gorî esasên Komara Tirkiyeyê bike.
Ji bo bidawîkirina van nîqaşan, ez pêşniyar dikim ku ev yek wekî Koordînasyona Pêvajoya Aştiyê were binavkirin ku serokatiya damezrîner a PKKê di çarçoveyeke diyarkirî de bixebite.
Ji ber ku bingeha meseleyê bêdengkirina çekan û bidestxistina entegrasyona civakî ye.
Şîrove