Amîda Kurdî - Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî di civîna koma parlamentoyê ya partiya xwe de axivî. Bahçeli, ligel peyamên derbarê pêvajoya niha de, bal kişand ser wê yekê ku di heyama pêş de, ligel nêzîkbûna hilbijartinên parlamentoyê, serokomariyê û yên herêmî, dê girîngî bidin çalakiyên ji bo bidestxistina Tirkiyeyeke bê teror.

‘Divê Erdoğan bibe namzetê me’
Bahçelî diyar kir ku Recep Tayyip Erdogan namzetê serokomariyê yê "Hevpeymaniya Gel" ye û got: "Dema ku em li berpirsiyariyên ku Serokomarê me heta niha girtine ser xwe û kapasîteya wî ya stratejîk dinêrin, ji bo berjewendiya Tirkiyeyê û herêma me ye ku ew ji bo heyameke din jî serokomariyê bimeşîne.

Lewma, bi şertê ku Serokomarê me vê yekê guncaw bibîne û TBMM [Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê] îradeya xwe ya destûrî di vî warî de nîşan bide, daxwaz û hêviya me ew e ku Birêz Recep Tayyip Erdogan careke din bibe namzetê serokomariyê yê Hevpeymaniya Gel.’’
Şîrove